Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Ji bo beşdarbûna doza rojnameger Evren bang

Dê sibê danişîna biryargirtinê ya doza rojnameger Kîbriye Evren ku 9 meh in di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye bê dîtin. Berdevka MKGP’ê Ayşe Guney ji bo beşdarbûna rûniştina Kîbriye Evren bang kir

Rojnameger Kîbriye Evren, di 9’ê Cotmeha 2018’an de li Amedê hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ hatibû girtin. Dê sibê danişîna biryargirtinê ya doza Evren li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a  Amedê pêk bê.

Ji ber ku Evren tevî bi hezaran girtiyan tev li greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibû, beşdarî 5’emîn rûniştina doza xwe nebûbû û parastin nekiribû.

Dozger heta 20 salan ceza xwest

Dozger beyana şahidên veşartî pêşkeş kiribû û bi hinceta Evren di nav xebatên TJA’yê de cih girtiye û bi îdiaya ‘Endama rêxistinê’ ji 7 salan heta 15 salan û bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ jî heta 5 salan ceza ji bo Evren dixwaze.

Banga beşdarbûna dozê

Berdevka Platforma Rojnamgerên Jin ên Mezopotamyayê  (MKGP) Ayşe Guney bang ji bo beşdarbûna rûniştina dozê kir û wiha got: “Em di destpêkê de bang li hemû jinên rojnameger û li hemû rêxistinên çapemeniyê dikin ku ji bo parastina rojnamegeriyê beşdarî rûniştina rojnameger Kîbriye Evren bibe.”

Her wiha Guney destnîşan kir ku yê ku tê darizandin rojnamegerî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di pêvajoyek ku rojnamegeriyê dikin bin lingên xwe de divê em piştgiriyê bidin hevalên xwe yên rojnameger û hêzê ji hevdu bigirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar