Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 26 Nisan 2025

Ji bo çalakiyên 18-19’ê Tîrmehê banga tevlibûnê

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser çalakiyên ku dê 18 û 19’ê Tîrmehê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ji aliyê platformên Women Defend, Înternatînalîst Commûne, Make Rojava Green Agaîn û RîseÛp4Rojava bên lidarxistin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku beriya 8 salan di 19’ê Tîrmehê de bi pêşengiya jinan, şoreşa jiyana hevpar, wekhev, azadîparêz a gel û baweriya li Rojava şoreş pêk hat û wiha hat gotin: “Şoreşa ku li Kobanê, li Rojava dest pê kir, bû mînak û hêvî ji tevahiya mirovahiyê re. Şoreşa civakî ya Rojava, têkoşîna hevpar a bawerî û gelan û azadîparêziya jinê û ekolojîk ku xwe dispêre felsefe û paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo, bi afirandina jiyana hevpar bû sîstemeke ku çareseriyê diafirîne û ji bo çareseriyeke mayinde bû hêvî ji tevahiya gelên herêmê re.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana destanî ya li Kobanê û Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê hate kirin û wiha hat gotin: “Bi vê berxwedanê re Rojava li Rojhilata Navîn û li nava tevahiya mirovahiyê deng veda, piştgirî wergirt. Ne tenê kurd, ereb, asûr û tirkan, her wiha gelek enternasyonalîstên ji Ewropa, Emerîka, Kanada, Rojhilata Dûr û gelek parzemînan tev li berxwedana mirovahiyê bûn û şoreşa Rojava pêk anîn.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta tirk a kujer ku xwedî îdeolojiya tekperest û paşerû ye, ji bo fetisandina şoreşa jinê ya wekhev, azadîparêziyê bi her rê û rêbazên qirêj êrîş dike û ev tişt hate diyarkirin: “Dewleta tirk a dagirker hem dixwaze şoreşê bifetisîne, hem jî çeteyên mîna DAIŞ’ê bixe nava liv û tevgerê. Bi rêya van çeteyan dixwaze xewn û xeyalên Neo-Osmanî pêk bîne. Ev êrîş hem ji bo gelên herêmê hem jî ji bo tevahiya mirovahiyê metirsiyeke mezin e. Parastina Rojava ku nirxê hevpar ê mirovahiyê ye û xwedîderketina li wê xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye.”

KCDK-E’yê di vê çarçoveyê de bang li her kesî kir ku 18 û 19’ê Tîrmehê tev li çalakiyên xwedîderketina li Rojava bibin ku ji aliyê dostên enternasyonalîst ve tên lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar