Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Ji bo çalakiyên 27’ê çileyê banga tevlibûnê

Rêxistina Jinan a PYD'ê ya Ewropayê, li dijî êrîşkariya DAIŞ'ê û dewleta tirk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bang li her kesî kir ku 27'ê çileyê tev li çalakiyên li tevahiya Ewropayê bibin

Navenda Nûçeyan

Hevseroka bajarokê Til El Şayir a Deşîşa ya li başûrê Kantona Hesekê Seda Feysel El Hermas û cîgira wê Hind Letîf El Xidar 22’ê çileyê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin û bi rengekî hovane hatibûn qetilkirin. Rêxistina Jinan a PYD’ê ya li Ewropayê-Rojava têkildarî qetilkirina her du jinan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di demekê de ku artêşa dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bombeardûmanê li herêmên Şehba û Til Rifatê dike, ev êrîşa hovane pêk hatiye û hat ragihandin ku ev êrîşkarî jî nîşan dide, êrîşên DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta tirk du aliyên yek diravî ne.

Di daxuyaniyê de pêşengiya jinan a li nava Rêveberiya Xweser hat bibîrxistin û êrîş û sûcên bi taybetî li dijî jinan tên kirin, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin bi îrade û têkoşîna xwe hewl didin krîza li Sûriyeyê çareser bikin û bingehekê ji demokrasiyê re deynîn, lewma dibin hedefa êrîşên bi vî rengî.

Her wiha di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên sivîlên li Til Rifet û Şehbayê hatin qetilkirin û ji bo çalakiyên 27’ê Çileyê yên li tevahiya Ewropayê bi pêşengiya Rêxistina Jinan a PYD’ê û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bên lidarxistin, banga tevlibûnê hat kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar