Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê 7 welat li Cenevreyê civiyan

Ji bo hevdîtina têkildarî çaresariya aloziya Sûriyeyê, nûnerên Almanya, Fransa, Misir, Urdun, Erebistana Siûdî, Ingilîstan û DYA’yê bi serokatiya Nûnerê Taybet ê NY yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen li Cenevreyê civiyan

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen piştî ku dest bi wezîfeya xwe kir, yekemîn car bi nûnerên Almanya, Fransa, Misir, Urdun, Erebistana Siûdî, Ingilîstan û DYA’yê re ji bo çareseriya siyasî ya şerê li Sûriyeyê li Cenevreyê hevdîtin pêk anî.

Civîna nûneran, li ofîsa NY’yê ya li Cenevreyê pêk hat. Di civînê de Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey, Nûnerê Taybet ê Almanyayê Robert Rohde, asîstanê Wezîrê Karên Derve yê Misrê Yasser Elwy, Nûnerê Taybet ê Fransayê Francois Senemaud, Nûnerê Taybet ê Urdunê Harron Hasan, Nûnerê Taybet ê Erebistana Siûdî Thamer Sabhan û Nûnerê Taybet ê Îngilîstanê Martin Longden amade bûn.

Geir Pedersen ku hefteya bihurî tev li civîna Astanayê ya bi garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê bûbû û anî ziman ku pêwîstî bi afirandina formuleke hevpar a destekê dide hevdîtinên Cenevreyê, heye. Tê payîn ku Pedersen hefteya bê li Cenevreyê bi nûnerên taybet ên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê re hevdîtinê bike.

Hevdîtinên Cenevreyê herî dawî di 14’ê îlona sala 2018’an de bi pêşengiya Nûnerê Taybet ê NY yê berê Staffan de Mistura pêk hatibû. De Mistura dema ku wezîfeya xwe radestî Pedersen kir gotibû ku ew di karê xwe de bi ser neketiye. CENEVRE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar