Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 26 Nisan 2025

Ji bo çareseriyê bi sedhezaran tevlî mîtînga Amedê bibin

Hevserokê DEM Partiya Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku 26 sal in berxwedanek ji bo me tê meşandin: “Ji bo em çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan daxwaz bikin, werin em di 13’ê cotmehê de li Amedê bin.”

Di 13’ê cotmehê de bi armanca daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin” li Amedê mitîng bê lidarxistin. Li Stenbolê jî xebatên ji bo beşdariya mitîngê didomin. Hevserokê DEM Partiya Stenbolê Mûrat Kalmaz têkildarî xebatên beşdariya ji bo mitîngê li Stenbolê dimeşînin agahî dan.

Kalmaz diyar kir ku komplo hê jî didome û got ku komploya navneteweyî bi armanca derxistina kurdan ji siyasetê li Rojhilata Navîn û bê Serok hiştina wan hatiye kirin, lê bi berxwedana ku 25 sal in di serî de li Îmraliyê bi taybetî li Kurdistanê tê pêşxistin ev yek hat pûçkirin. Kalmaz anî ziman ku xitimandina pirsgirêka kurd didome û got: “25 sal in berxwedanek ji bo me tê meşandin. Di vê mijarê de berxwedaneke mezin a gelê kurd û dostên wan heye.”

Kalmaz destnîşan kir ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e û got ku bi qedandina pêvajoya diyalogê re li Tirkiyeyê kriz zêdetir bûn. Kalmaz bal kişand ser rol û rista Ocalan û got: “Azadiya birêz Ocalan di heman deme de wê pirsgirêka kurd jî çareser bike û hem jî wê Tirkiye demorkatîk bibe. Heke pêvajoyek nû dest pê bike wê hemû pirsgirêk bên çareserkirin.”

Kalmaz behsa xebatên amadekariya mitîngê kir û got: “Niha li hemû navçeyên me xebat berdewam dikin. Bi şev li malan, bi roj jî li bazaran û esnafan serdan tên kirin. Em gele xwe vedixwînin mitînga 13’ê cotmehê ya li Amedê bê lidarxistin. Em belavokan dikin û serdana rêxistinên sivîl dikin û her aliyan vedixwînin mitîngê. Ji bo em çareserkirkirina pirsgirêka kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd daxwaz û qîr bikin, werin em bi sedhezaran di 13’ê cotmehê de li Amedê bicivin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar