Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve di pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Şandeya ku ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê, 2 caran çûn Îmraliyê û bi Rêber Apore hevdîtin pêk anîn. Şandeyê ragihand ku xebatên Rêber Apo ji bo çareseriyê didomin û ev pêvajoyê wê ji bo her kesî jiyaneke azad û bi hev re ava bike. Li gel aliyê Kurd peyamên aştî û çareseriyê dide jî dewleta Tirk a dagirger bi çeteyên xwe DAIŞ-SMO li ber çavên cîhanê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û komkujiya sivîlan pêk tîne.
Hevserokê Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat têkildarî hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re ji Ajansa Welat re axivî.
Hevserok Kerem Canpolat bi bîr xist ku 2 sal in li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo ya fizîkî û rakirina tecrîdê kampanyayek tê meşandin û wiha got: “Ji ber ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hêj berdewam dike, kampanya jî berdewam dike. Em dibînin ku dewlet hevdîtina wî ya bi malbat û parêzerên wî re asteng dike. Ji bo tecrîd rabe divê em dengê xwe bêtir bilind bikin û bixebitin. Ev du car in şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan pêk tê çû hevdîtin pêk anîn. Em vê pir girîng dibînin. Lê em dixwazin malbat û parêzerên Birêz Ocalan jî biçin hevdîtinê. Her wiha ji bo birêz Ocalan karibe rola xwe bilîze û çareseriyeke mayînde pêk were divê bi awayekî fizîkî were berdan.”
Kerem Canpolat anî ziman ku ji destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê û heya îro gelê kurd gelek êş kişandine û bi gelek lîstik û deq û dolaban re rû bî rû mane. Kerem Canpolat diyar kir ku gelê kurd gotin û kirinên dewletê yên têkildarî nîqaşên aştiyê de jidil nabîne û wiha domand: “Dewlet li aliyekî dibêje divê em xwişk û biratiya xwe pêş bixin lê êrişî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dike. Sivîl, hunermend, rojnameger tên kuştin û girtin. Di cihanê de tu xwişk û biratiyeke wisa tune ye. Ev pratîk durûtî ye û jidil nayê dîtin. Madem ku em dibêjin xwişk û biratî divê dewlet, AKP-MHP û partiyên muxalefetê jî gavên bêtirs û rast biavêjin. Ji bo ku kurd jidilbûna dewletê bawer bike divê ku ewilî erîşên li ser Rojava bide sekinandin. Sivîl neyên kuştin û girtin çênebin û divê nêrîna dewletê ya li ser Kurdistanê bê guhertin. Heke dibêjin ku ‘em ê xwişk û biratiyeke bi salan ava bikin divê ewilî şerê li ser Rojava bidin sekinandin.”
Canpolat dest nîşan kir ku divê rayedarên dewletê guh bidin peyamên Rêber Apo û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî peyamên birêz Abdullah Ocalan dê hemû xeterî û xetimandinên ku Tirkiye di nav de ye ji holê rabin û rewşeke aramiyê derkeve holê. Bi van hevdîtinan re civakê dengê Birêz Ocalan bihîst. Heke şert û mercan pêk bînin û dengê birêz Ocalan bêtir bigêhêje civakê dê aramiyeke xurt pêk bê. Divê dewlet û hemû kes baş bizanibe ku ji bo çareseriyê gav neyê avêtin û tecrîd bi dawî nebe ev xetimandin û rewşa nebaş dê bêtir xerab bibe. Bila tu kes xwe nexapîne. Gavên ku niha bên avêtin dê ji aliyê başbûn û nebaşbûnê ve sedsala pêşiya me diyar bikin. Em bi hêvîne ku gelê Kurd jî li gor vê pêvajoyê tîfaqa xwe xurtir bike û bibe yek. Em jî weke sazî ji bo ku tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û azadiya wî pêk bê dê bêtir bixebitin û xebatên xwe xurtir bikin.”