Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Ji bo çareseriyê ewilî mifteya deriyê Îmraliyê vekin

Hevserokên MEBYA-DER’ê yên Amedê Mehmet Emîn Kiliç û Semra Akkoç diyar kirin ku ji bo pêvajoyeke nû divê êdî mifteya deriyê Îmraliyê bê vekirin û gotin: “Ji bo çareseriyê divê ewilî mifteya deriyê Îmraliyê bê vekirin Heke em yekitiya xwe pêk bînin û li dora serok û rêxistin, partiyên xwe kom bibin wê destê wan xurttir be.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Piştî demek dirêj şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder Rêber Apo re hevdîtin kir. Şandeyê piştî hevdîtinê di 29’ê kanûnê de fikir û nêrînên Rêber Apo bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kirin. Rêber Apo di peyama xwe de li ser 7 xalan rawestiya bû û got “Ez amade me ku gava erênî biavêjim û bangawaziya pêwîst bikim. Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û xwişk û biratiyê ye.” Peyama Rêber Apo li Tirkiye û Kurdistanê bû rojeva sereke û nirxandinên peyamê didomin. Hevserokên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê Mehmet Emîn Kiliç û Semra Akkoç hevdîtina li Îmraliyê nirxandin.

Mehmet Emîn Kiliç diyar kir ku di van nîqaşên tên kirin de desthilat ne jidil e û wiha axivî “Li gorî xwe hin tişt avêtine holê dibêjin bila were û rêxistina xwe fesix bike. Lê tiştên hûn bikin gelek in. Nêzî 40-50 sal in ev şer û pevçûn çima çêdibin. Ma di yek carê de xelas dibe. Li vê derê niyeta desthilatê paqij xuya nake. Geşedanên îro çêdibin xuya dike ku pir ketine tengasiyê neçarin wê bikin. Em ji vê yekê bi hêvî ne. Neçarin vê pêvajoyê bimeşînin. Du tişt hene an em hemû dê têk biçin. An her du alî jî dê destên xwe bidin hevdu defterên berê bigirin, ên nû vekin. Zagonên bingehîn bin guherîna mejiyan be wê pêvajoyeke nû dest pê bike. Birêz Ocalan ne Rêberekî wiha ye ku were xapandin. Gelê Kurd pêşketî ye, rêxistinkirî ye û ji bo aştiyê bi her awayî hazir û amade ye. Daxwaza me yekitî, li hev kom bûn û berxwedan e.”

Hevseroka din a MEBYA-DERê Semra Akkoç jî destnîşan kir ku divê ewilî mifteya deriyê Îmraliyê bê vekirin û wiha got: “Em dixwazin birêz Abdullah Ocalan were berdan û bê Meclisê. Hemû şert û mercên xwe bibêje. Encax bi wî çareser bibe. Weke Hevseroka MEBYA-DERê û dayika du şehîdan birêz Abdullah Ocalan bibêje çi em dayik li pişt biryara wî ne. Dayik tev yek in. Em bang li dayikên tirkan jî dikin. Bila nebêjin ‘em heyfa vê bigirin’. Çi bedel hatibin dayîn, hatine dayîn. Ji destpêkê ve çi bûye bûye. Bila êdî ev xwîn bisekine. Ji vî şerî re bes e. Bila deriyê hemû zindanan jî vebe û êdî cenaze neyên malên me. Dema birêz Abdullah Ocalan hate Meclisê dê pê re aştiyek û azadî jî çêbibe. Em naxwazin êdî zarokên me bimirin. Bes e.”

Hevserokên MEBYA-DERê: Divê êdî deriyê Îmraliyê bê vekirin

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar