Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ji bo cenazeyê li Sûrê hat dîtin serlêdan çêbû

Tê texmînkirin ku cenzeyê di dema kolandinê de hati dîtin ê Hakan Arslan be. Malabata Arslan serlêdana serdozgeriyê kir

Li Taxa Hasirli ya navçeya Sûr a Amedê di navbera salên 2015-2016’an de gelek şerên dijwar di navbera dewleta tirk a dagirker û ciwanên kurd ên berxweder de qewimîn. Li wê derê ew 5 sal in xebatên kolandinê didome. Roja 7’ê sibatê di dema kolandinê de rastî cenazeyekê hatibû û tê texmînkirin ku cenaze ayîdê Hakan Arslan ê ku di dema şer de şehîd bibû ye. Ji bo cenazeyê serdana Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat kirin.

Cenaze ku di dema xebatê kolandinê ya di navbera Dêra Katolîk û Mizgefta Hasirli de hat dîtin rakirin morga Saziya Tiba Edlî (ATK).

Li gorî agahiyên ku malbata Hakan Arslan dayî Arslan jiyana xwe ji dest daye û li kêleka Mizgefta Hasirli hatiye veşartin. Her çiqasî ev 5 sal in ji bo peydakirina cenazeyê zarokê xwe di nava hewldanan de bin, lê nekarîne peyda bikin.

Bavê Hakan Arslan, Alî Riza Arslan ku îhtîmal dide cenazeyê li Sûrê hatî dîtin ê kurê wî be, bi rêya parêzerê xwe bi daxwaznameyeke nivîskî ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re serlêdan kir. Serdozgerî ji bavê Arslan re ragihand ku ji bo tespîtkirina nasnamê hevce nake ku dubare testa DNA’yê bide, ya sala 2016’an dayî hê derbasdar e.

Bav Alî Riza Arslan ku serdana Buroya Amedê ya Saziya Mafê Mirovan (ÎHD) kirî diyar kir ku ew ji bo diyar bibe bê ka cenaze yê kurê wî ye yan na, li benda encamên DNA’yê ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar