Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Ji bo Dag û Er kampanyaya îmzeyan

Navenda Nûçeyan |

Navenda Kurdistaniyên Azad (NAV-Berlîn) ji bo biryara darvekirinê ya Dadgeha Herêma Kurdistanê derbarê du ciwanên ji bakurê Kurdistanê de daye, were betal kirin, li ser malpera change.org kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Daxuyaniya kampanyayê bi zimanê kurdî, erebî, tirkî û îngilîzî hate destpêkirin. Kampanya bi sernava ‘Stop the executions of Kurdish people’ û gotina ‘Ez biryara darvkeirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Mazlûm Dag û Abdurehman Er dayî qebûl nakim, li dijî wê me. Ez piştgiriyê didim kampanyaya îmzeyê ya li dijî darvekirinê’ destpê kir.

Gelek kesên beşdarê kampanyayê bûn li jêr de dirûşma ‘Darvekirin sûcê mirovahiyê ye’ nivîsandin û biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Kampanya ku şevê din destpêkir, berdewam dike.

17’ê tîrmeha 2019’an berpirsê MİT’ê yê Başûr Osman Kose ku weke dîplomat hate nasandin, li restûranta Hokkabazê hate kuştin. Bi îdiaya du ciwanên welatparêz ên ji bakurê Kurdistanê Mazlûm Dag û Abdurahman Er, Kose kuştine ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatin girtin û biryara darvekirinê ji bo wan hate dayîn. Biryar ji aliyê dadgehê ve hate erêkirin û maye ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî erê bike.

Hûn dikarin li ser vê lînkê beşdarê kampanyaya îmzeyan bibin;

https://www.change.org/p/aihm-stop-the-executions-of-kurdish?recruiter=false&utm_source=share_petition&utm_medium=twitter&utm_campaign=psf_combo_share_initial&utm_term=psf_combo_share_initial&recruited_by_id=7769dbd0-16b5-11eb-baa8-3baac4d0e93f

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar