Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Ji bo darizandineke adilane di greva birçîbûnê de ye

Şerîf Mesûtoglû yê navê wî di bûyera kuştina Qaymeqamê Dêrikê Mûstafa Safîturk de derbas dibe, ji 24’ê hezîranê ve ji bo darizandineke adilane di greva birçîbûnê de ye

Di doza Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk ê ku di 10’ê mijdara 2016’an de di êrîşa bombeyî de hat kuştin de ji bo şefê Karê Nivîsê yê Qeymeqam Şerîf Mesûtoglû 2 car muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê hatibû dayîn. Şerîf Mesûtoglû bi daxwaza darizanek adilane ji 24’ê hezîranê ve di greva birçîbûnê de ye. Mesûtoglû yê li Girtîgeha Tîpa T a Sîwerekê tê girtin û 84 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji roja ketiye greva birçîbûnê de 22 kîlo daye û her ku diçe rewşa wî xerabtir dibe.

Mesûtoglû bi rêya malbata xwe ev peyam şand: “Heya ku çalakiya min bi encam bibe ez ê berdewam bikim. Dosyeya min ji aliyê tu kesî ve nehatiye lêkolînkirin. Ger dosyeya min bê lêkolînkirin, wê rastî derbikevin holê. Ev yek pêkan e. Lê nehat kirin. Bila dosyeyê dîsa lêkolîn bikin, ger heman cezayî bidin min, bila bidin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar