Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Ji bo deynê xwe bidin dîsa deyn dikin

Cotkarên bi deynan çandiniyê dikin, ji ber zêdebûna lêçûnan zehmetiyê dikişînin. Cotkaran, anî ziman ku ji bo deynê xwe bidin dîsa pereyan deyn dikin û wisa deynê xwe didin

Li Edeneyê, ji ber barana zêde gelek erd di bin avê de man û gelek ber jî li nav erdan man. Her wiha ji ber zêdebûna lêçûnan û ji ber erd di bin avê de man, cotkar zehmtiyê dikişînin. Cotkarên bi deyn çandiniyê dikin, anîn ziman ku bi deynan deynê xwe didin.

Li navçeya Karataş û Ceyhanê, cotkarên ku erd îcare dikin kîsê gubre bi 180, dermananan bi 280-300, lîtreya mazotê bi 6 û şitlên şebeşan bi 2 lîre û 75 qurişan û kîloyek naylon bi 14 lîreyan dikirin. Ji ber lêçûnên zêde ne, cotkar ji mecbûrî an diçin bankeyan an jî ji bazirganan deyn dikin.

Hikûmetê cotkarî qedand

Cotkar ji Ajansa Mezopotamya re axivîn û diyar kirin ku di demên dawî de ji ber barana zêde ew nikarin erdên xwe bajon û gotin: “Ev îktîdar, cotkar qedandin. Deynê herkesî li me heye. Em bi deynan çandiniyê dikin. Kes ji jiyana xwe nerazî ye. Em bi deynan deynê xwe didin. Hemû cotkar perîşan bûne û nizanin wê îsal çi biqewime. Gelek jê erdên xwe neajotin. Erd beyar in. Ên dikin jî bi hêviya deynê xwe derxin dikin. Divê hikûmet destekê bide cotkaran. Ne bi gotinê, divê bi destekkirina cotkaran vê yekê bike.”

Cotkar Halît Tembel diyar kir ku hindik maye ew serî rakin. Tembel, anî ziman ku xwediyê 3 hezar donim erd jî ji rewşa xwe nerazî ye. Tembel bilêv kir ku par kîloya mişembeyê bi 7 lîre û nîvan bû, lê belê niha bi 14 lîreyan e. Tembel, destnîşan kir ku ew bi deynan çandiniyê dikin û hemû cotkar ditirsin ku berên wan di dest wan de bimînin. Tembel, bilêv kir ku lêçûna donimek firingî 2 hezar û 500 lîre bûye, lê îsal bûye 3 hezar û 500 lîre. Tembel, got rewşa wan nediyar e. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar