Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Perşembe - 27 Şubat 2025

Ji bo dîtina saetekê 745 kîlometre rê diçe

Reşît Îlhan ê 26 salî ku di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiya ya Şirnexê de hat girtin û 36 sal ceza lê hat birîn, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê ragihand. Îlhan diyar kirk u 4 sal in mafê wan ên civakî hemû hatine qedexekirin, zext û zor li wan tên kirin û got ku pirtûkan nadin wan û kargoyên ku malbatên wan dişînin jî teslîmî wan nayên kirin.

Dayik Ayşe Îlhan (50) jî xwest ev zext û zorî bi dawî bibin û ev tişt anî ziman: “Ceza dane wan lê dîsa jî dest ji wan bernadin. Jixwe kurê min di nav çar dîwaran de ye. Çima tehdeyê lê dikin? Ji zarokên me çi dixwazin?”

Dayikê da zanîn ku berê kurê wê di Girtîgeha Şirnexê de bûye lê zêdetirî 2 sal in ew şandine Girtîgeha Gumuşhaneyê û wiha bertekên xwe anî ziman: “Ji bo saetek dîtina kurê xwe ez 745 kîlometre rê diçim. Naxwazin em zarokên xwe bibînîn. Zarokên me dişînin girtîgehên dûr û bi vî awayî me jî ceza dikin. Ev li dijî mirovahiyê ye. Em nikarin biçin Gumuşhaneyê. Hem pir dûr e hem jî nexweş im û nikarim biçim.”

Herî dawî 6 meh berê çûye

Her wiha dayikê diyar kir ku herî dawî 6 meh berê çûye Gumuşhaneyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Cara ku diçim û vedigerim 2 hefteyan di nav ciyan de dimînim. Em dixwazin kurê min bînin Şirnexê yan jî bajarekî nêzî Şirnexê. Min ji bo vê daxwaznameyek nivîsand lê Wezareta Dadê bersiv nedaye. Heger tiştek bê serê zarokên me berpisiyar rêveberiya girtîgehê ye. Bila kes ji bo vê yekê bêdeng nemîne.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar