Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Ji bo endamên RJAK’ê kampanyaya îmzeyan

Aktîvîstên jin û rojnamegeran ji bo 3 endamên RJAK'ê ku PDK'ê ew revandine kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin

Navenda Nûçeyan |

Ji bo endam û rêveberên Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), ji aliyê komek aktivîstên jin û rojnamevanan ve kampanyayek îmzeyan hate destpêkirin. Banga tevlîbûnê li her kesî hatekirin.

Ji bo salvegera 7’emîn a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclisa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk dihat, dema ji Şengalê vedigeriyan di ketina Hewlêrê de ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin rewandin.

Ev deh roj in kesek nizane bê ka endamên RJAK’ê li ku ne, çi bi serê wan hatiye.

Komek aktivîstên jin û rojnameger ji bo azadiya endamên RJAK’ê yên ji aliyê PDK’ê vehatine revandin, kampanyaya îmzeyan ragihandin.

Li ser navê koma aktivîst û rojnamegeran daxwaznameyak ji bo Desteya Mafê Mirovan a Parlamentoya Başûrê Kurdistane, Desteya Bilind a Kar û Barê Xaniman, raya giştî û hemû aliyên pewendîdar hat şandin û belavkirin.

Di daxwaznameyê de ev tişt tê gotin: “Em ji bo azadiya 3 aktîvîstên jin ên RJAK’ê kampanyayek îmzeyan didin destpêkirin. Her kesê ku xwe berpirs dibîne û dijî tundûtujiyê disekine, bila li binê vê daxwaznameyê îmzeya xwe biavêje. RJAK rêxistinek fermî ye û ji bo hişyariya jinan û civakê kar dike. RJAK dijî tundûtujî, kuştina jinan û dijî dagirkeriyê, ji bo civakek azad û demokrat kar dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar