Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Ji bo ewlehiya hilbijartinê ‘navenda krîzê’ hate avakirin

Baroya Amedê ji bo ewlehiya hilbijartinê û çareserkirina pirsgirêkên di dema hilbijartinê de rû didin, navenda krîzê ava kir. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin da zanîn ku navenda krîzê ji 30 parêzeran pêk tê û dê ev parêzer li qadê bi aktîf bixebitin

Ji bo ewlehiya hilbijartinê û pêşîlêgirtina qewimînên neyînî, Baroya Amedê navenda krîzê ava kir. Hat zanîn ku dê sindoq ji hêla 30 parêzeran ve bên şopandin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan derdikevin jî dê navenda krîzê agahdar bikin. Piştî vê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan dê navenda krîzê jî pêwendiyê bi desteyên hilbijartinê yên bajêr û navçeyan re deyne.

Der barê mijarê de serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin axivî û diyar kir ku Baroya Amedê ji berê ve hewl dide hilbijartin di nêvengeke demokratîk de pêk bên û wiha domand: “Îsal jî em ji bo vê yekê li hev civiyan. Dê hevalên me yên peywirdar li navenda Amedê li dibistanan bigerin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan tev bigerin. Me jî li navenda baroyê, navenda krîzê ava kir. Em ê bi desteyên hilbijartinê re her tim di nava pêwendiyan de bin û hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin.”

Aydin diyar kir ku ew dixwazin hilbijartin bê pirsgirêk derbas bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Maseya krîzê dê ji 30 parêzerên Baroya Amedê pêk bê. Hevalên me dê li qadê bin û biçin dibistanan. Dê hevalên me yên li qadê pirsgirêkan ragihînin maseya krîzê û em jî pêwendiyê bi desteyên hilbijartinê yên bajêr û navçeyan re deynin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar