Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Ji bo girtî û hikumxwaran biryareke emsal!

DMME’yê, ji bo girtî hikumxwarin ku neqlî deverên dûrî îqametgehên wan tên kirin got, binpêkirina mafa ye û Tirkiyeyê mehkûm kir. Parêzer Sîdar Avşar, têkildarî mijarê diyar kir ku dê hemû girtî û hikmxwarên dê ji vê biryarê sûd wergirin

Du malbatan ji bo xizmên xwe yên girtî ku neqlî girtîgehên dûr îqametgeha wan hatine kirin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. DMME’yê biryara xwe aşkere kir û ji bo tazmînatê Tirkiyeyê mehkûm kir. DMME’yê, di biryara xwe de destnîşan kir ku ya hatiye kirin binpêirina mafan. Wê Tirkiye 6 hezar euro tazmînatê bide.

Abdulkerîm Avşar û Abdulkerîm Tekîn, bêyî daxwaza xwe neqlî Girtîgeha Kirikkaleyê hatin kirin. Parêzerê Avşar, Sîdar Avşar û parêzerê Tekîn di sala 2008’an de serî li Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dabûn û ji bo tenduristiyê û mesafeya dûr, xwestibûn muwekîlên wan ji 3 bajarên nêzî îqametgeha wan in neqlî yekê bên kirin.

Tirkiyeyê mehkûm kir

Piştî midûriyeta girtşgehan bersiv neda, parêzeran serî li DMME’yê da. DMME’yê jî di biryara xwe de destnîşan kir ku Tirkiye du madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) bin pê kiriye. Ji bo vê DMME’yê Tirkiye mehkûm kir. Wê Tirkiye ji bo her serlêdanekê 6 hezar euro tazmînat bide. 

Ji bo hemû girtiyan emsal e

Parêzer Sîdar Avşar têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Piştî vê biryarê hemû girtî û hikumxwar ji bo sewqî girtîgehên nêzî malbatên xwe bên kirin dikarin serlêdanê pêk bînin.” Avşar diyar kir ku Demîrtaş di girtîgeheke ku hezar û 500 kîlometre dûrî îqametgeha xwe de ye û got ku ev biryar wê tesîrê li Demîrtaş û parlementer û hevaşredarên girtî jî bike. Her wiha Avşar bilêv kir ku ev biryar ji bo hemû girtî û hikumxwaran di vê rewşê de biryareke emsal e. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar