Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 16 Haziran 2025

Ji bo Gulistan Doku sibê li Dêrsimê mîtîng tê lidarxistin

Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo xwendekara zanîngehê Gulistan Doku û bûyera tecawîzkirina 15 zarokan a li Pêrtagê, sibe saet di 10.00’an de li Qada Seyîd Riza mîtîngê li dar bixin

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên li Dêrsimê ji bo xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulistan Doku ku ev 12 roj in winda ye û ji bo bûyera tecawîzkirina 15 zarokan a li navçeya Pêrtagê, dê sibe mîtîngê li dar bixin. Mîtîng dê sibê saet di 10.00’an de bi dirûşma ‘Em ê rê nedin dejerebûnê. Em ê xwedî li bajarê xwe, zarokên xwe, pêşeroja xwe û li xwe xwedî derkevin’ li Qada Seyîd Riza bê lidarixistin.

Têkildarî mijarê seroka Şaxa Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Dêrsimê Şukran Yilmaz axivî û da zanîn ku li Dêrsimê di demên dawî de bûyerên tecawiz, tacîz û hwd. zêde bûne û wiha got: “Weke mînaka tecawîz û tacîza zarokan û windakirina Gulistan Doku. Li dijî van bûyeran divê em îro bêdeng nemînin. Ger em bêdeng bimînin, em ê pêşiya pêşeroja civakê jî bigirin. Ji ber vê, mîtînga ku em ê li dar bixin, pir girîng e. Em dixwazin hemû kes beşdarî mîtîngê bibin.”

Yilmaz wiha bi dawî kir: “Dê Baroya Dêrsimê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP), Federasyona Gelan a Demokratîk û hemû beşên civakî jî tev li mîtîngê bibin.” DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar