Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ji bo Komkujiya Roboskê ev 444 hefte ne li edaletê digerin

Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê di meha 102’yan a Komkujiya Roboskê de ku 19 jê zarok bi giştî 34 sivîl hatibûn qetilkirin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyaniyek da.

Endamê hewldanê Tanjû Gunduzalp axivî û got ku di nava 444 hefteyan de ne ji aliyê cezakirinê ve, ne ji aliyê rûbirûbûnê ve û ne jî ji aliyê edalet û hiqûqê ve gaveke erênî nehatiye avêtin.

Gunduzalp anî ziman ku ev pergala mêtingerî û şer divê êdî raweste û wiha domand: “Divê welatên dinyayê dev ji lêçûnên ji bo polîtîkayên şer û ewlekariyê berdin, hewl bidin jiyaneke mirovane, xwezayî, bêşer, bêmêtingeriyê û jiyaneke wekhev biafirînin.”

Herî dawî jî Gunduzalp ev tişt destnîşan kir: “Li vê xaka ku bêcezahiştin serdest e. Hê jî kiryar nehatine darizandin. Ev yek jî dibe sedem ku komkujiyên nû bên kirin. Heta ku yên biryara Komkujiya Roboskê dan têne cezakirin û hesabê wê tê dayîn, dê pergaleke wekhev neyê avakirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar