Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

‘Ji bo lidarxistina kongreya neteweyî em ê piştgiriyê bidin KNK’ê’

Cîgirê Serokê Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê Kerîm Behrî serdana KNK’ê ya ji bo yekitiya neteweyî nirxand û diyar kir ku ew piştgiriyê didin xebatên KNK’ê. Behrî got ku ew amade ne ji bo lidarxistina kongreya neteweyî alîkariyê bidin KNK’ê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de li Hewlêrê di 5’ê kanûnê de bi Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê re civiya. Têkildarî girîngiya yekitiya neteweyî û encama civîna şandeya KNK’ê, cîgirê Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê Kerîm Behrî ji Rojnewsê re axivî.

Kerîm Behrî anî ziman ku weke Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê ji sala 2007’an ve peywendiyên wan bi KNK’ê re hene û wiha domand: “Ji wê demê ve peywendiyên me yên bi KNK’ê re her tim xurt bûn. Sedema vê jî armancên me ne. Ji ber ku armancên me pir nêzî hev in. Ev jî mijarên neteweyî, demokrasî û niştimanî ne.”

‘Gelek gavên baş hatin avêtin’

Di berdewamê de jî Behrî diyar kir ku ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi gelek aliyan re civînên berfireh li dar xistin û wiha pê de çû: “Gelek gavên baş hatin avêtin. Lê mixabin me nekarî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin. Di vê çarçoveyê de jî me di civîna bi KNK’ê re têkildarî vê mijarê nêrînên xwe parve kirin.”

‘Em amade ne ku bi hemû aliyan re bicivin’

Herî dawî jî cîgirê Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê Kerîm Behrî ev tişt anî ziman: “Em weke Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê ji bo alîkarîdayîn û piştgiriya bi KNK’ê re amade ne. Em amade ne ku bi hemû derdoran bicivin da ku li gel KNK’ê kongreya neteweyî lidar bixin.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar