Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Rêber Apo gelê Kurd ji bo cîhana nû hazir dike

Serdestên cîhanê careke din hewildidin cihanê li gor berjewendiyên Modernîteya Kapîtalîst dizayn bikin. Wekî sedsal berê îroj konferans, civîn û peymanên wekî Lozan, Sykes-Picot...

Çarşamba - 26 Şubat 2025

Ji bo malbat li ber deriyê HDP’ê rawestin pere pêşniyar dikin

Midûriyeta Polîsan a Amedê ku çalakiya li peşiya HDP’ê organîze dike, yek bi yek bangî malbatên zarokên wan çûne serê çiya kir û ji bo tevlîbûna çalakiya li pêşiya HDP’ê pere pêşniyarê wan kir. Her wiha ji bo zêdekirina malbatên li ber avahiya HDP’ê jî ji polîs û cendermeyan yekîne hatine avakirin

Hejmara malbatên ku bi hinceta zarokên wan bi darê zorê derxistina serê çiya li ber Avahiya HDP’ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin, roj bi roj kêm dibe. Ji ber nîqaşa ku di navbera wan de derketibû, Remziya Akkoyûn ku çalakiyê dabû destpêkirin ji aliyê polisan ve hatibû dûrxistin. Her çiqas çapameniya alîgir hejmara malbata weke 55 nîşan bide jî hejmara malbatan 14’an derbas nake. Hat hînbûn ku yekîneyên li miduriyetên polîsan û cendirmeyan hatine avakirin, ji bo zêdekirina hejmara malbatan di nav xebateke taybet de ne.

Ev yekîne malbatên ku zarokên wan tev li PKK’ê bûne ya jî serlêdanên windabûnê kirine, tespît dikin û wan vedixwînin miduriyetên polîsan û cendirmeyan û çûyîna ber Avahiya HDP’ê ya Amedê li wan ferz dikin. Ji bo çûyîna ber HDP’ê ev yekîne pêşniyarê pere li hin malbatan kirine.

Malbatek ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku ji bo zarokê wan ê di 2014’an de tev li nav PKK’ê bûye, ji 4’ê îlonê ve polîsan vedixwînin emniyetê û teklîfa pere li wan dikin. Têkildarî mijarê jî bav ev tişt anî ziman: “Roja ku malbatan li ber HDP’ê dest bi çalakiyê kir, min vexwendin emniyetê. Ji min xwestin ku ez jî ji bo zarokê xwe biçim ber HDP’ê. Min ev yek red kir. Ji du rojan carekê min vexwendin emniyetê. Herî dawî hefteyek berê pere teklîfî min kirin û ji min re gotin ku ji bo zarokê xwe biçe ber HDP’ê. Min ev yek dîsa qebûl nekir.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar