Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Ji bo meşa 2 rojan banga tevlibûnê

Navenda Nûçeyan |

Sîwana Meclisa Jinên Êzidî (SMJÊ) bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrîşên ku li dijî nirxên mirovahiyê li Şengalê û tevahiya Kurdistanê tê kirin û diyar kir ku bi van êrîşan tê xwestin, vîna rêxistinkirî ya jinê bê şikandin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta tirk a dagirker bi taybetî bi fermana 2014’an vir ve bi rêbazên cuda qirkirina jinên û gelan bi taybetî yên kêmolan ên mîna êzidiyan ferz dike û wiha hate gotin: “Di esasa xwe de çawa çeteyên DAIŞ’ê bi pêşengtiya têkoşîna jinê hate têk birin, tirsa dewleta tirk a dagirker jî ew e ku bi vegera welatiyên êzidî ya li xaka pîroz, konsepta wan a ji nû ve zindîkirina faşîzma osmaniyan bê têkbirin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew bi biryar in bi têkoşîna xwe, bikin ku çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk a dagirker li dadgeheke navneteweyî ji ber sûcên şer darizîne û dawî li şerê qirkirin û mêtingeriyê bînin.

Meclisê di vê çarçoveyê de bal kişand ser meşa 2 rojan a bi pêşengiya Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat bê lidarxistin û ev bang kir: “Bi navê Sîwana Meclisa Jinên Êzidî ku yekane nûnera jinên êzidî ya dervayê welat e, em bang li tevahî jin û ciwanan dikin, tev li meşa du rojan a ku ji Celle heyanî Hannoverê di 17 û 18’ê tirmehê pêk tê, bibin. Divê em ji her demê bêhtir xwedî li welatiyên xwe ku vedigerin ser axa pîroz û nirxên olî û çandî diparêzin di warê manewî û maddî de derkevin.

Ev çalakî mîna meşa berxwedaniyê ya li dijî faşîzma dewleta tirk tê esas girtin. Em ê bi vê meşê bêdengiya raya giştî, di serî de hikûmeta Almanyayê û NY’yê bişikînin û ji bo statuya Şengalê ku bi tenê bi azadiya jinên êzidî mîsoger dibe, têkoşîna xwe bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar