Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ji bo Ocalan serlêdana ‘hevdîtina lezgîn’

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin 'bi lez' Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bibînin serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bi daxwaza ku bi muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girava Îmraliyê di bin şertên tecrîdê de tê girtin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re ‘hedîtina lezgîn’ bikin serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di serlêdana xwe de destnîşan kirin ku 8 meh in agahî ji muwekîlên xwe Ocalan û her sê girtiyên din nagirin û der barê jiyan, rewşa tenduristiyê, şertên girtinê, rewşa hiqûqî û tevdîrên mîna pandemiyê de ne xwedî tu agahiyê ne. Parêzeran, ji dadgeriye daxwaz kir ku ‘dawî li agahî negirtinê’ bîne û hevdîtina bi muwekîlên wan re pêk bîne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan, ji 15’ê Sibata 1999’an ve ku bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin, li Îmraliyê di bin şertên tecrîdê de tê girtin. Ji sala 1999’an heta 2019’an hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbata wî re bi hincetên ‘muxalefeta hewayê’ , ‘xerabebûna keştiyê’ , ‘xerabebûna dolmîşê’ tim hat astengkirin.

Herî dawî jî ji ber îdiayên li ser hesabên medyaya civakî yên der barê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Ocalan ku 22 sal in di bin tecrîdeke giran de ye, cara ewil di 27’ê nîsana 2020’an de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar