Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Ji bo parastina Heskîfê dê li 35 navendan çalakî bên lidarxistin

Dê îsal bi boneya 7-8’ê Hezîranê Roja Çalakiya Kûrewî ya Ji Bo Heskîfê li 35 deveran çalakî bên lidarxistin. Ji bo çalakiyan bang li hemû ekolojîst û dîrokhezan hat kirin ku tev li çalakiyan bibin

Çêkirina Bendava Ilisû ya li ser Çemê Dîcleyê berdewam e. Bi vê bendavê re di serî de Heskîfa dîrokî, bi giştî dê 119 dever di bin avê de bimînin. Hewldana Jiyandina Heskîfê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê jî di nav de 87 tevgerên kolojiyê bi boneya 7-8’ê Hezîranê Roja Çalakiya Kûrewî ya Ji Bo Heskîfê bang kirin. Têkildarî mijarê berdevkê Navneteweyî ya Hewldana Jiyandina Heskîfê Ercan Ayboga axivî.

Ercan Ayboga diyar kir ku dê li gelek welatan ji bo Heskîfê çalakiyan li dar bixin. Ayboga detnîşan kir ku divê her kes bibe dengê Heskîfê. Ayboga got ku dê îsal di çarçoveya 7-8’ê Hezîranê Roja Çalakiya Kûrewî ya Ji Bo Heskîfê de li welatên weke Awûstûrya, DYA, Fransa, Iraq û Tirkiyeyê çalakiyan li dar bixin. Ayboga wiha dom kir: “Dê li Iraqê li 10 bajaran çalakî bên lidarxistin. Bi giştî dê li 35 navendan çalakî bên lidarxistin. Lê em dikarin ji vê bêhtir li Tirkiyeyê li dar bixin. Loma em dixwazin careke din bang li ekolojîst û dîrokhezan dikin; divê em bibin dengê Heskîfê. Dibe ev pêşangeh be, dibe ev daxuyanî be, dibe ev meş be jî.”

‘Em bi hêvî ne û têdikoşin’

Ayboga bêdengiya raya giştî ya ji bo Heskîfê jî rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ev bajarê dîrokî di bin avê de nemîne divê piştevanî bê xurtkirin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin. Divê em bêhtir bibin dengê Heskîfê. Niha kêm kes ji bo Heskîfê têdikoşin. Loma divê hîn bêhtir mirov destê xwe têxin bin vî barî. Bêtir destekê bidin. Divê em ji kesên têdikoşin re bibêjin; em ne bêhêvî ne. Têkoşîn neqediyaye. Li cîhanê projeyên ji Ilisûyê mezintir bi têkoşînê betal bûn. Ev yek ji bo me cihê hêviyê ye.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar