Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Temmuz 2025

Ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê bang

Ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê, Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Amedê bang li gelê Amedê kir. Komîteyê her kesên edalet, aştî, demokrasî, ked û azadiyê dixwazin vexwandin qada mîtîngê ya Îstasyonê

Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ku ji saziyên Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Odeya Bijîşkan a Amedê û odeyên girêdayî Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) pêk tê, ji bo mitînga 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê serî li Walîtiya Amedê da. Piştî serlêdanê, Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê li Şaxa Jimar 2’yan a Genel-Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê civîna çapemeniyê li dar xist.

Di civîna çapemeniyê de serokê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Hasan Hayrî Eroglu axivî û da zanîn ku wan dest bi amadekariyên pîrozbahiya 1’ê Gulanê kirine. Eroglu diyar kir ku dê li dijî geşedanên li welat diqewimin bêdeng û bêbertek nemînin. Eroglu got ku mîna li her devera Tirkiyeyê, dê li Amedê jî 1’ê Gulanê pîroz bikin û wiha domand: “Mixabin di salên dawî de li welatê me li dijî kedkar, alîgirên kedê û demokrasiyê ne êrîşên bi zext, qedexe, girtin û tecrîdê didomin.”

Ji bo daxwaza mafên xwe dê herikin qadê

Eroglu destnîşan kir ku 1’ê Gulanê di heman demê de dîroka têkoşîna civakî, wekhevî û azadiyê ye û wiha pê de çû: “Ji bo em li dijî hemû neheqiyên li dijî karker û kedkaran dengê xwe derbixin, em ê di mitînga 1’ê Gulanê de bên gel hev. Ji bo em li mafê kesên hatin îxrackirin bigerin, em ê werin gel hev. Em ê li dijî kesên otorîter û bi zextan nêzî çareseriya pirsgirêka kurd dibin, em ê ji bo azadiyê, demokrasiyê, aramiyê û ji bo cîhaneke bêşer û bê mêtandin, ji bo parastina rûmeta mirovahiyê bên gel hev.”

Her kes vexwend mîtîngê

Eroglu wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em her kesê ku dixwaze daxwazên xwe yên edalet, aştî, demokrasî, ked û azadiyê bînin ziman vedixwînin qada mîtîngê ya 1’ê Gulanê. Em ê li dijî binpêkirina mafên sendîkayî, hewldanên li dijî azadiya îfade û ramanê, polîtîkayên şer û zext, dê bi daxwaza ked, aştî, azadî û demokrasiyê li Qada Îstasyonê bin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar