Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Ji bo Rojnameger Aykol kampanya kart û pirtûkan

Hevgerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin û Rojnameger Huseyîn Aykol, di 15’ê îlonê de li girtîgehê dikeve 64 saliya xwe. Hempîşe û hevalên Aykol, ji bo piştevaniya Aykol kampanya pirtûk û kartan dan destpêkirin

Hevgerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin û Rojnameger Huseyîn Aykol, di 15’ê îlonê de li girtîgehê dikeve 64 saliya xwe. Hempîşe û hevalên Aykol, ji bo piştevaniya Aykol û Aykol bi tenê nehêlin, kampanya pirtûk û kartan dan destpêkirin. Aykol, di 11’ê tîrmeha 2019’an de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Sincanê. Aykol ku 40 salin rojnameger e, di nava 30 salên dawî de di çapemeniya kurd de edîtorî, qunçiknivîsî, gerînendeya giştî kiriye. Aykol, îhlalên binpêkirina mafan, a bi  nivîsa “Ji hundir” bi rêk û pêk dinivîsand li girtîgehê jî berdewam dike.

Kampanya pirtûk û kartan

Yên ku yekem car kart û pirtûkan dişînin girtîgehê divê li van agahiyan baldar bin.

* Pirtûkên ku bên şandin divê bi bandrol bin. Divê li pirtûkê nivîsên piştre hatine nivîsandin û xêzkirin tune be.

* Yên pirtûkê dişînin, ger ku bixwazin nîşe bişînin, divê bi kartek cuda bişînin.

* Şandina pirtûkan a girtîgehan pir bi sînor e. Ji ber vê yekê, divê karta ku li gel pirtûkê bişînin diyar bikin ku ev pirtûk ji bo rojbûna Aykol e.

* Divê pirtûk û kart di heman kêliyê de bi postê bê şandin.

Navnîşana Aykol a Girtîgehê wiha ye: “Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Sîncanê, C4-78 Sîncan-ENQERE.”

Aykol bi çi tê tawanbarkirin

Aykol ji ber kampanya Nobedariya Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê rastî 3 sal û 9 meh ceza hat. 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, der barê Aykol de di 29’î mijdara 2018’an de biryar da û Aykol, di 11’ê tîrmeha 2019’an de li mala xwe hat girtin. Der barê Aykol de 63 doz hatine vekirin. Hin dozên li wî hatine vekirin jî li Dadgeha Îstinafê ye. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar