Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Ji bo tevlêbûna meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin

Li Îzmîrê endamên HDK, HDP, DBP, TJA û EGE TÛHAY-DER’ê ji bo meşa ku wê li Gemlîkê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were kirin, bang kirin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Egeyê (EGE TUHAYDER piştgirî dan meşa bi dirûşmeya “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” ya ku di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de were kirin. Meş wê di 6’ê sibatê de ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê û ji navçeya Gevera Colemêrgê ber bi Gemlîkê ve were destpêkirin.

Li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di salona ku civîn lê hat lidarxistin de pankarta “Ji bo bidawîbûna tecrîdê em edaletê dixwazin. Ji bo çareseriya demokratîk em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” hate daliqandin.

Tecrîda Îmraliyê ji bo hemû civakê xetere ye

Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê qanûn,      hiqûq, makeqanûn û rêgezên gerdûnî hatine sekinandin û got “Ev rewşa bêhiqûqiyê ne tenê ji bo birêz Ocalan, ji bo tevahiya civakê xetereyeke mezin e. Pergalê tecrîdê ya ku li hemû qadên jiyanê belav bûye, çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd kiriye hedef û dixwaze Tirkiyeyê mehkûmî tariyê bike.”

Guleser diyar kir binpêkirina mafên jiyan, tenduristî û ewlehiyê yên girtiyan li girtîgehan derketiye asta xeternak û got “Girtiyên ji hev tên îzolekirin nabin nexweşxaneyan û bi pêkanînên biçûkxistinê re tedawiya wan tê astengkirin. Girtî sirgûnî bajarên dûrî malbatên xwe tên kirin û pergala betalkirina berdana, malbatên girtiyan jî tê de bûye metoda tecrîd, îşkence û cezakirinan.”

Guleser, anî ziman ku ew polîtîkayên tecrîdê qebûl nakin û got ku heta tecrîd, şer û pevçûnên li welat bi dawî bibe wê têkoşîna xwe bidomînin. Guleser got: “Em bang li hemû pêkhateyên civakî dikin ku di navbera 6-15’ê sibatê de li dijî tecrîd û polîtîkayên şer têbikoşin û bi şikandina polîtîkayên tecrîdê ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin. Di 15’ê Sibatê de em ê ji Stenbolê biçin Gemlîkê û em bang li hemû raya giştî ya demokratîk û gelê xwe dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar