Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Perşembe - 20 Şubat 2025

Ji Encûmena Bilind a Fedwayê biryarên sosret

Encûmena Bilind a Fedwa ya girêdayî Yekitiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê bi îdiaya ku karên ne li rê û ne exlaqî rû didin fetwayeke sosret derbarê jinan de da. Li gorî fedwayê nabe jin bi tenê bigere, derkeve derveyî bajêr û li taksiyê siwar bibe

Encûmena Bilind a Fedwa ya girêdayî Yekİtiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê têkildarî jiyana jinan û tevgera wan fedwayeke sosret da.

Encûmena Bilind a Fedwa ya Kurdistanê bi îdİaya karên ne exlaqî, sûcên civakî û ne rewa ji ber zêdebûne wan pêwîstî bi derxistina fedwayeke bi vî awayî dîtine.

Encûmena Fedwa diyar dike ku ji ber welatî nerazîne û ev di nava beşeke civakê de bûye mijareke nîqaşê wan ji bo liv û tevgera jinan hinek biryar girtine. Encûmena Bilind a Fedwa ya Herêma Kurdistanê 8 biryar derbarê jiyan û tevgera jinan de derxistiye.

Li gorî vê;

1- Jin ger li gel hevjîn, bav, bira (mahrem) û hwd. be her demê dikare derkeve derve. A rast jî divê wisa be.

2- Ger du jin bihevre derkevin derve pirsgirêk nîne û tu kareke ne rewa rû nade.

3- Ger jin ajokar be nikare zilamek li seyarê siwar bike.

4- Ger jin ji nefsa xwe bawer be û bawerî bide ajokarê zilam, di rewşeke pir pêwîst de dikare li pişt seyarê siwar bibe.

5- Ger jin yan jî ajokar jixwe gumankirin ku wê bikevin gunehê pêwîst e jin ji seyarê dakeve. Ger jin daneket pêwîst e zilam dakeve. Ger jin ji zilam guman kir divê li seyarê siwar nebe, ger zilam jî ji jinê guman kir divê wê li seyareya xwe siwar neke.

6- Pêwîst e jin bi şev tenê li gel kesek ne mahrem siwarê seyarê nebe.

7- Pêwîst e jin bi tena xwe li gel ajokarek ne mahrem (bav,bira,hevjîn) dernekeve derveyê bajêr.

8- Ger karek ne li rê de û ne exlaqî rû nede pereyê ku ajokar ji jin digire helal e.

Biryara Encûmena Fedwa ya Herêma Kurdistanê rastê nerazîbûnên jinan û civakê hat. Hinek jin bi tena sere xwe li taksiyan siwarbûn û wêneyên xwe li ser rûpelên xwe yên medyaya civakî belav kirin. Çav li rêye ku nerazîbûn li hember vê fedwayê zêdetir bibin. ROJNEWS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar