Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Ji eniya berxwedanê peyam: Em ê nehêlin kes xaka me dagir bike

Ji şervanên li eniyên pêş ên şer ên Til Temirê Dilxwaz Hesekê dibêje ku wan axa tu kesî dagir nekiriye. Dilxwaz Hesekê wiha didomîne: “Em ê nehêlin dagirker xaka me dagir bikin û zarokên me bikujin. Em ê tu caran paşde gav neavêjin.”

Li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî enî bi enî di çarçovaya Berxwedana Rûmetê de têdikoşin û derbên giran li dagirkeran didin.

Yek ji şervanên HSD’ê yên ku li eniyên herî pêş ên navçeya Til Temir a Hesekê li dijî êrîşên qirkirinê li ber xwe dide jî Dilxwaz Hesekê ye. Dilxwaz Hesekê bi rûkenî li kamereyan dinêre û dibêje; ‘Me xaka tu kesî dagir nekiriye. Lê çeteyên artêşa tirk a dagirker hewl didin xaka me dagir bikin û gelê me bikujin. Em ê nehêlin ku kesek xaka me dagir bike.’

Dilxwaz Hesekê destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê, hewl didin derbasî herêmên wan bibin û wiha bi dawî kir: “Em bersivên hemû hewldanên wan didin û her carê jî êrîşên wan dişikînin. Berxwedana me ya ji bo rizgarkirina xaka me didome. Em ê tu carî paşde gav neavêjin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar