Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 3 Ağustos 2025

Ji Fermandariya Biryargeha YJA Starê peyama pîrozkirinê

Fermandariya Biryargeha YJA Starê fermandar û şervanên Eyaleta Geverê yên YJA Starê ku tev li çalakiya 27'ê tîrmehê bûne, pîroz kir

Fermandariya Biryargeha YJA Starê bi daxuyaniyeke nivîskî fermandar û şervanên Eyaleta Geverê yên YJA Starê ku tev li çalakiya 27’ê tîrmehê bûn, pîroz kir û wiha got: “27’ê tîrmehê li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî ya artêşa dewleta tirk a dagirker ku ji navçeya Geverê diçû Qereqola Warginemê hêzên me çalakiyeke serkeftî kirine. Bi taktîka afiraniner a gerîlayên serdema nû, bi bikaranîna zîrektî ya taktîka sabotajê wesayîta leşkerî ya bi tîpa Kirpî hatiye rûxandin, bi kêmanî 6 dagirker hatine cezakirin û 10 dagirker birîndar bûne.

Ji ber vê çalakiya serkeftî ku we bi giyanê berz ê Apoyî û li ser xeta têkneçûyî ya YJA Starê ya jinên azad pêk aniye, di serî de gerîlayên jin ku tev li çalakiyê bûne û hemû fermandar û şervanên eyaletê pîroz dikin.

Em hêvî dikin ku gerîlatiya jinan a Modernîteya Demokratîk bi ked û fedakariyê pratîk bikin û çalakiyên we yên karîger û şok dikin ên li ser artêşa tirk berdewam bin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar