Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Ji gerîlayan rêzeçalakiyên derblêdanê

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî artêşa tirk a dagirker 11 çalakiyên derblêdanê kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate gotin:

“Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

7’ê tebaxê saet 10:00 û 13:20’an de li Qada Berxwedanê Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin.

7’ê tebaxê saet 15:30’î li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

8’ê tebaxê saet 10:50, 12:45 û 15:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û 3 caran derb li wan hate xistin.

8’ê tebaxê saet 16:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên otomatîk ên navîn li dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin

8’ê tebaxê saet 20:30’an de helîkopterên êrîşê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombe kirin. Dema ku helîkoptereke Skorsky xwest xwe deyne û helîkoptereke êrîşî, bû hedefa hêzên me. Her du helîkopter jî neçar man ji qada berxwedanê dûr bikevin.

Herêma Zapê;

7’ê tebaxê saet 07:00’an de dema ku kepçeyekê hewl da çeperên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hilweşîne, bi çekên giran li kepçeyê hate xistin û xebata kepçeyê hate sekinandin.

9’ê tebaxê saet 06:30’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê dema dagirker dimeşiyan, bi çekên giran li wan hate xistin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

Di 6 û 7’ê tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a  Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê carekeê, Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê carekê, qada gunê Şêlazê yê Metînayê carekê, bi giştî 3 caran bi balefirên şer hatine bombekirin.

Di 6 û 7’ê tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopteran hate bombekirin.

Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metîna bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar