Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Ji girtiyên rojnamevan re kartên 1’ê Îlonê hate şandin

MKGP û DGF bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê kartên piştgiriyê ji rojnamevanên dîlgirtî re şand û gotin: “Em dibêjin ku kesek nikare çapemeniya azad bêdeng bike. Wê çapemeniya azad her binivîsê û bibêje.” 

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê ji rojnamevanên girtî re kartên aştiyê şandin. Endamên MKGP û DFG’ê li pêşiya PTT’a Semta Ofîsê ya Amedê hatin ba hev û daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Sevîlay Çelenk jî tev li çalakiyê bû.

Berdevka MKGP’ê Roza Metîna diyar kir ku li welatên hiqûq û demokrasî lê tune, nivîskar û parastvanên mafên mirovan di girtîgehan de ne. Metîna, wiha domand: “Li Tirkiyeyê kî bibe desthilatdar, beriya her tiştî çapemeniya azad dike hedef. Ji ber qanûnên desthilatdariyê, ne kesên zirarê didin mirovan lê parastvanên mafên mirovan û rojnamevan tên girtin.”

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî diyar kir ku bi wesîleya 1’ê Îlonê ji rojnamevanên girtî re kartan dişînin. Altan got: “Em dibêjin ku kesek nikare çapemeniya azad bêdeng bike. Wê çapemeniya azad her binivîsê û bibêje.”

Piştî axaftinan, ji rojnamevanan re kart hatin şandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar