Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Ji hevdîtina heyeta Amerîkayê encamek derneket

Ji hevdîtinên heyeta Amerîkayê encamek derneket û di navbera aliyan de krîz rû da. Ji ber krîzê Erdogan hevdîtina xwe ya bi heyetê re betal kir û destûr neda ku naveroka hevdîtinan bê aşkerakirin

Heyeta Amerîkayê ku ji Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê John Bolton, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey û Serfermandarê Giştî yê Amerîkayê Joseph Dunford pêk dihat, di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyeyê de bi berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin re hevdîtinek pêk anî.

Piştî hevdîtinê ji aliyê Amerîkayê ve têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke kurt hat dayîn û tenê hat ragihandin ku hevdîtin baş derbas bûye û biryara berdewamkirina diyalogê hatiye dayîn. Her wiha piştî çend saetan Kalin jî têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku pêvajoya vekişandinê bi heyetê re nirxandine.

Li gel ku di bernameya heyetê de bi serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan re jî hevdîtin hebû, ji aliyê Erdogan ve ev hevdîtin hat betalkirin. Erdogan beriya ku hevdîtinê betal bike di komcivîna partiya xwe de bertek nîşanî daxuyaniya Boltan a têkildarî parastina kurdan da û gefên xwe yên ji bo kurdan dubare kir.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin di hevdîtinan de lihevkirinek derneketiye û ji ber planên cuda yên li hemberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê di navbera aliyan de krîz rû daye. Ji ber krîzê Erdogan hevdîtina xwe ya bi Bolton re betal kir û destûr neda ku naveroka hevdîtinan bi awayekî berfireh bê aşkerakirin.  ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar