Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Ji hevdîtinan tu encam nehatiye bi destxistin heta niha

Ev 5 roje çalakiya nobedê ya berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî hewldanên dorpêçkirin û danîna têl û kûleyan dewam dike.

Ev 5 roj in xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a li dijî hewldanên artêşa Iraqê ya dorpêçkirinê, danîna têl û kûleyan dewam dike.

Xelkê Mexmûrê li çend cihî konê nobedê yê berxwedanê daniye û li vir di nobedê de ye.

Ev 5 roj in ji 7 salî heta 70’ê salî li nava konan di nobeda berxwedanê de ne. Bi taybet rola dayikan a di çalakiyê de pir li pêş e. Şevê dayik stran dibêjin û gel li ber stranên dayikan moral û hêzê digirin.

Li aliyê din jî zarokên berxwedêr ên Mexmûrê li rex dayikên xwe yên serhildêr li bin konan cihê xwe girtine û bûne sembola berxwedanê.

Li ser berxwedana xelkê wargehê, nûnerên Neteweyên Yekbûyî piştî sala 2014’an yekemcar berê xwe dan Mexmûrê û bi nûnerên kampê re civiyan. Şandeya Mexmûrê heta niha gelek caran bi rayedarên Iraqî re jî hevdîtin kirine. Di hevdîtina doh de dosyayek ji daxwazên kampa Mexmûrê pêşkeşî rayedaran hate kirin. Ji hevdîtinên heta niha hatine kirin, tu encam bi dest neketine.

Artêşa Iraqê bi israr diyar dikin ku ew ê hewldanên xwe berdewam bikin, heta bigihêjin encamê. Li ber vê jî berxwedana Mexmûrê dewam e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar