Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ji hevserokên HDP’ê peyama cejnê

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mithat Sancar, bi minasebeta Cejna Qurbanê bi video peyam weşandin. Hevserokên HDP’ê Buldan û Sancar, bal kişandin ser şert û rewşa şewba vîrusa coronayê û xwest her kes tedbîrên xwe bigirin û tenduristiya civakê nexin talûkeyê.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan ewil cejna gel pîroz kir û wiha got: “Di vê cejnê de em nikarin biçin destê mezinan pîroz bikin. Talûkeya vîrusa coronayê didome. Hûn jî li şûna biçin destê mezinan maç bikin, bi telefonan cejna wan pîroz bikin. Şewb hêj rîskek mezin e. Wekî her dem cejn hevî û bêrîkirina aştî, azadî û demokrasiyê ne. Em carek din wekî HDP’ê dê di vê cejnê de jî hêvî û berîkirina xwe ya aştî, azadî, demokrasî û xwişk û biratiyê mezin bikin. Em dixwazin ev cejn ji bo hemû gelê Tirkiyeyê aştî, azadî û tenduristiyê bîne.”

Sancar: Em ê ji bo aştiyê têbikoşin

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî peyama cejnê parve kir û wiha got: “Gelê me yê ezîz em Cejna Qurbanê di şertên dijwar de pîroz dikin. Li aliyekî şer zext û tundî, li aliyê din şewba vîrûsa coronayê didome. Ji ber vê yekê em tu tahmê ji pîrozbahiya cejnê nakin. Lê ji bo em cejnek rast û di tama xwe de pîroz bikin, em ê bi biryarî têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji jiyanek azad û di nava aştî û piştevaniyê de ava bikin, çi ji destê me bê em ê bikin. Ez cejna we tevan pîroz dikim.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar