Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ji hikumeta Şamê şertê nemirovî

Hikumeta Şamê, alîkariyên ji Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine, şertê ji sedî 75 ‘ê alîkariyan bide wan danin.

Endamê Maseya Krîzê û hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm da zanîn ku ji 6 rojan ve hikumeta Şamê alîkariyên ku ji Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şandine, li deriyê Tayihe yê di navbera Minbic û herêmên xwe de asteng kirine

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHAʹyê, hikumeta Şamê li beramberî destûrdayîna derbaskirina alîkariyan, şertê desteserkirina ji sedî 75’ê alîkariyan daniye.

Alîkariyên ku gelê Silêmaniyê şandine ji 25 kamyonan pêk tê.

Rêveberiya Xweser roja sêşemê (7ʹê Adarê) ragihand ku 25 kamyonên alîkariyê yên ku xelkê Silêmaniyê kom kirine, wergirtine.

Çavkaniyên nêzî berpirsên hikumeta Şamê diyar kir ku piraniya alîkariyên ku ji bo Sûriyeyê hatin şandin, negihaştin mexdûran û hêzên hikumeta Şamê dest datînin ser.

Di Sibatê de jî hikumeta Şamê 9 rojan 100 tankerên sotemeniyê yên ku Rêveberiya Xweser ji bo Şehba û Helebê amade kiribûn, asteng kirin û li beramberî derbaskirina wan dest danî ser nîvê wan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar