Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 27 Temmuz 2025

Ji Konferansa Kurd-Ereb banga diyalog û zelaliyê

Di encamnameya Konferansa Kurd-Ereb de ku li paytexta Iraq Bexdayê hat lidarxistin, pêwîstiya bi diyalog û zelaliyê hat destnîşankirin

Di 11’ê kanûnê de li Bexdayê konferansa bi sernavê ‘Ber bi diyaloga Kurd-Ereb a serketî’ pêk hat.

Akademiya Fikir û Siyaseta Demokratîk pêşengî ji konferansê re kir, Komeleya Azadî piştgirî da û kurdên Feylî, endamên Komeleya Standar, Rêxistina Mirovî ya Ciwanên Şengalê û Komeleya Dostaniyê ya navenda wê li Ewropayê tev li bûn.

Konferansa ku roja şemiyê pêk hat bi encamnameya ji 11 xalan bi dawî bû.

Encamnameya konferansê

1- Dê kongre ji bo pejirandin û nasandina hemû nasname, îdeolojî, netewe, çand û rêgezan li Iraqê bi taybetî, li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi giştî bixebite.

2- Kongre teqez dike rêya çareseriyê ya hemû pirsgirêk û nakokiyên li Iraq û Rojhilata Navîn divê ne bi şer, bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi projeya netewa demokratîk û dewleta hemwelatîbûnê heye.

3- Kongre ji bo parastin û pêşxistina nirxên hevbeş ên çandî û demokratîk ên civakî û siyasî yên gelên navçeyê bixebite.

4- Kongre teqezî li ser diyaloga çandî ku bi dirêjahiya dîrokê di navbera gel û baweriyên sereke yên li Iraqê de hene, dike.

5- Kongre hevdengiyê li gel hemû mijarên jinan yeksaniya li gel mêran a di warên cuda cuda de dike. Her wiha hemû cûrên tundiyê yên li beramberî jinan tê kirin red dike. Girîng dibîne ku jin di hemû waran de çalak bin.

6- Kongre siyaseta dewleta tirk a bi hişmendiya Osmaniya Nû ku dixwaze li herêmê pêk bîne û ol wek amrazek ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, red dike.

7- Dabeşkirina welatên herêmî û avakirina dewleta Iraqê bi sînorên naskirî ve, li ser xwesteka aliyên di şerê cîhanê yê yekem de serkeftin, pêk hat. Ev yek rola gelên herêmê sînordar kiriye.

8- Desthilata takekesî, dîkdatorî, tak hizbî û siyaseta navendîbûnê di avakirina dewleta hemwelatîbûnê de li ser bingehê nasnameya neteweyî ya iraqî binketiye.

9- Demokrasî, federalîzim, îdareya ne navendî û xwerêveberiya pêkhateyan li welat dê bibe bingeha pêşketin û azadiyan.

10- Ji bo dewletek serdemane pêwîstî bi yeksaniya nava gelê ereb, kurd û pêkhateyên din ve heye. Bêy ku tu pêkhateyek were paşguhkirin.

11- Pêwîstî bi diyalog û zelalbûnê heye. Her pirsgirêk hebe divê bi rêyên yasayî û destûrî werin çareserkirin. BEXDA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar