Çavkaniyek nexwest navê xwe aşkera bike diyar kir ku li başûrê Kurdistanê PDK û MÎT’ê bi hev re 4 navendên xebatê yên hevpar ava kirine û bi koordîneyî dixebitin
Operasyon û êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê ya li dijî qadên Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Hat ragihandin ku ji bo operasyon li qadek berfirehtir bê birêvebirin li herêma Zaxo, Dihok, Amediyê û Bradostê, ji aliyê PDK û MÎT’Ê ve 4 navendên xebata hevpar hatine avakirin. Çavkaniyek nexweşst navê xwe aşkera bike da zanîn ku hemû yekîneyên girêdayî MÎT’ê bi PDK’ê re koordîne dixebitin û li van navendan planên sîxûriyê, kifşê û êrîşan tên amadekirin.
Çavkanî destnîşan kir ku yek ji van navendan li Çiyayê Pierfatê ya di navbera Barzan Balekayetî de ye û kifş û gelek xebatên leşkeri li vir tên birêvebirin. Çavkanî diyar kir ku li navenda duyemîn a di navbera Zaxo û Dihokê de ku di têketina tunelê de ye jî xelkê dike sîxûr û bi armanca tespîtkirina cihê PKK’iyan xebatan birêve dibe.
Li navendek din a li Şeranişteya Zaxoyê hatiye avakirin jî tê xwestin gel li dijî PKK’ê rabe ser pêyan.
MA / Erdogan Altan