Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Ji qada Werxelê peyama berxwedêran

Berxwedêrên Werxelê peyamek ji raya giştî û hevrêyên xwe re şandin û wiha gotin: “Em rê nadin ku neyar bi hesanî têkeve nav axa ku bi xwîna şehîdan şûştin. Em soz didin, bi vî ruh û baweriyê heya bêhna xwe ya dawiyê em ê têbikoşin û bi ser bikevin!”

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji 23’ê Nîsanê ve li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk bi berxwedaneke heybet û bi teknîkên gerîlayên serdemê, dîrokê ji nû ve dinivîsin. Gerîlayan li dijî hemû êrîşên giran û çekên kîmyewî jî rê nadin ku leşkerên dagireker û nokerên wan axa Kurdistanê dagir bikin.

Têkildarî berxwedana heybet berxwedêrên Werxelê peyamek ji raya giştî û hevrêyên xwe re şand.

Berxwedêran destnîşan kirin ku dê rê nedin neyaran ku bi hêsanî têkeve nava xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye şûştin û gotin ku dê heta dawiyê têbikoşin û bi ser bikevin.

Peyama berxwedêrên Werxelê wiha ye:

“Di vê berxwedanê de; di serî de ji Rêber Apo re, hevalên li zindanan, hevalên dozê re û tevahiya gelê xwe yê bi hezkirin û azadiyê ve dilsoz in, bi vîn û germahiyê silav û hezkirinên xwe dişînin.

Wekî ku hûn jî zanin bi şiyara ku pêşengên me yên destpêkê Mazlum Dogan, Kemal û Xeyriyan berz kirin, ji 23’ê Nîsanê û vir ve li dijî konsepta tunekirina gerîla û tasfiyekirina doza azadiyê, bi pêşengtiya fermandarên me Serhed, Diyana, Bawer û Delalan têkoşîn û berxwedaneke mezin tê meşandin.

Di vê berxwedanê de hemû heval di warê moral û kelecanê de li asta herî bilind e. Di vê berxwedanê de gelek hevalên me heya deqeya xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn. Em jî wek şopdarên doza wan, pêwîst bike heya parçeyê dawî yê hestiyê xwe feda bikin. Û pêwîst bike em ê wek Zîlan li hember neyar bibin fedaiyên jiyanê.

Em rê nadin ku neyar bi hesanî têkeve nav axa ku bi xwînê hatiye şûştin. Em soz didin, bi vî ruh û baweriyê heya bêhna xwe ya dawiyê têbikoşin û bi ser bikevin!” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar