Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Ji Rêveberiya Xweser tedbîrên vîrusa koronayê

Navenda Nûçeyan |

Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser duh di civîneke çapemeniyê de ragihand ku 4 kes li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi vîrusa koronayê ketine. Lê der bare pêşîlêgirtina vîrusê de, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser îro bi biryarekê gelek tedbîran girt.

Biryara bi jimareya 85 wiha ye:

1-Tevahî dergehên sînor ji (îro sibehê ve) 24.07.2020’an bi awayekî giştî bên girtin.

2-Çi rewşeke mirovî ku ji 24.07.2020’an de derbasî herêmên Rêveberiya Xweser be, 14 rojan bikevin karantînayê.

3-Qedexe ye cezaneyên miriyan, bi sedema pandemiya koronayê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin.

4-Kombûn, şahî, zemawend û konên sersaxiyê ji bo parastina tenduristiya giştî, qedexe ye.

5-Nimêjin komî li cihên olî (perestgehan), ji bo parastina tenduristiya giştî heta demeke ne diyar qedexe ye.

6-Karê xwaringehan tenê ji bo xwestekên derve ye.

7-Ji gelê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye tê xwestin ku li gorî tedbîrên tenduristî û dûrketina civakî li tevahî dervan tev bigerin(cihên kar-cihên giştî).

8-Ji saziyên têkildarî dergehan tê xwestin ku tedbîrên tenduristî yên tund li ser dergehan bigirin(kes, kel û pel).

9-Dema vê biryarê ji dema derketinê de heta 15 rojan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar