Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Ji Silêman Ehmed 74 roj in agahî nayê girtin

Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 74 roj in tu agahî nayên girtin.

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 74 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.

Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ehmed, da zanîn ku hînbûne ku dosya di destê saziya îstîxbaratê Parastinê de ye.

Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nekirine. Rojnews diyar dike ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar