Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Ji wan re heq e ji xelkê re qebehet e!

Cemal Yildirim ê bi KHK’ê hatibû îxrackirin, li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Enqereyê xwest çalakiya ji bo vegere karê pêk bînê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin

Endamê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Cemal Yildirim ê bi Biryarnemya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû îxrackirin her roj li Kolana Sakarya ya Enqereyê bi daxwaza vegere karê xwe çalakiya rûniştinê li dar dixist. Yildirim îro çalakiya xwe bir ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Enqereyê.

Yildirim ê çû ber avahiya AKP’ê ji aliyê polîsan ve bi hênceta “Qedexeya Walîtiyê ragihandiye heye” hat astengkirin. Lê belê li Amedê jî polîs malbatan li ber avahiya HDP’ê kom dikin û parêzvaniya wan dikin. Herwiya AKP û meyaya wê ji bo reşkirin HDP’ê seferber bûne û ev sekna malbatan a provokatîf rewa didin nîşandan. AKP û hêzên wê yên parmilîter propagandaya van malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê dikin lê destûr nadin ku tu kes li dijî polîtîkayên wan pertekên xwe bînin ziman û çalakiyên demokratîk pêk bînin. Ev çotstandartiya AKP’ê careke di bi çalakiya Yildirim re derket holê.  Yildirim bertek nîşanî polîsan da û diyar kir ku ew dixwaze mafê xwe yê destûra bingehîn bikar bîne û wiha got: “Li Amedê, Edeneyê û Stenbolê çalakiyên bi vî rengî pêk tên. Tişta hûn dikin bêhiqûqî ye. Hûn vê yekê bi fermanê dikin. Lê hûn jî ji min başti dizanin ku ev mafê min ê herî qanûnî ye.”

Yildirim xwest pankarta li gel xwe anîbû veke lê polîsan nehiştin û wî binçav kir. Yildirim di kêliya hat binçavkirin de dirûşm berz kir. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar