Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Ji wargeha Sahrawî pişgirî dan berxwedana Rojava

Bi dehan aktîvîstên ji welatê cuda beşdarî Civîna Bilind a Piştevaniya Sahrawi bûn ragihandin ku ew piştgiriyê didin berxwedana şervanên a li dijî êrîşên dewleta Tirk û Şoreşe Rojava.

Li wargehên penaberan ên Sahrawî yên li başûrê Cezayîrê bi beşdariya aktîvîstên ji gelek welatan Civîna Bilind a Piştevaniyê ya Sahrawi tê lidarxistin. Ji Fîlîstîn, Şîlî, Kolombiya, Spanya, Elmanya, Swêd, Japonya, Lîtvanya, Xirvatistan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Îtalya û gelek welatên din aktîvîst beşdarî civînê bûn. Yek ji beşdarên civîna li kampa Boujdour a li nêzî Tindoufê tê lidarxistin aktîvîsta edaleta ji bo avhewayê ya naskirî Greta Thunberg e ku beriya niha demekê serdana Bakurê Kurdistanê jî kiribû. Her wiha nivîskar û zanyarê ragihandinê Kerem Schamberg jî beşdarî civînê bûye.

Di civînê de li ser rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên piştî hilweşandina rejîma Esad, pêşkêşiyek hate kirin. Her wiha peyama Komuna Enternasyonalîst a Rojava ya ji bo piştgiriya bi gelê Sahra Rojava hat xwendin.

Sahrayî ji sala 1975’an û vir ve di bin dagirkeriya Fasê de dimînin. Hin ji wan ji ber êrîşên artêşa Fasê reviyan başûrê Cezayîr û ji hingî ve li pênc wargehên penaberan dimînin ku weke wargehên berxwedanê têne pênasekirin.

Tevgera azadiyê ya Sahrawiyan Eniya Polisario li dijî mêtingeriya Fasê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê aştiyane ve têkoşînê dimeşîne. Eniya Polisario tevgereke welê ye ku xwedî meyleke sosyalîst e, rizgariya jinê ji xwe re dike esas, bi têkoşînên gelên din ên bindest re di nava piştevaniyê de ye. Bi vî rengî Eniya Polisario ku rêxistineke azadiyê ya Sahrawiya ye, baş zane bê berxwedana li dijî mêtingerî û dagirkeriyê tê çi wateyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar