Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Ji Zaxo heta Germiyanê bi dehan ciwanên Başûr tev li berxwedana Rojava bûn

Bi dehan ciwanên başûrê Kurdistanê yên ji bajarên Zaxo heya Germiyanê ji bo şerê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê, berê xwe dan rojavayê Kurdistanê û tev li berxwedanê bûn

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê ji bo refên berxwedanê li dijî dagirkeriya tirk were xurtkirin, banga seferberiyê li ciwanên başûrê Kurdistanê kirin. Piştî ragihandina seferberiyê gelek ciwanên Başûr biryara tevlêbûna berxwedana Rojava dan.

Gelê Başûr û ciwanên wê li gel xwepêşandanên bo piştgiriya Rojava, bi awayeke çalak jî tev li berxwedanê dibin. Li gorî agahiyên ji herêmê, ji gelek bajarên başûrê Kurdistanê ciwan ji bo tev li berxwedanê bibin berê xwe dane rojavayê Kurdistanê.

Li gorî agahiyan, ji Şêladizê, Zaxo, Silêmanî, Duhok, Germiyan, Kerkûk û Hewlêrê bi dehan ciwan derbasî rojavayê Kurdistanê bûne. Hat zanîn ku di nava welatiyên derbasî Rojava bûn de jinên xwedî zarok jî, bi sedan ciwanan biryar dane ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk ên bi armanca qirkirin û guhertina demografyayê tev li seferberiya ji bo Rojava bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar