Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Jin bi reng û dengê xwe dimeşin mîtingê

Jinên Amedî di pêşengiya DAKP'ê de bi armanca beşdarî mîtînga 8'ê Adarê bibin bi reng û dengê xwe dimeşin qada Îstasyonê. Jin bi dirûşmeyan daxwazên xwe tînin ziman

Platforma Jinan a Dîcle Amed  (DAKP), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şîara “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngê li dar dixe. Jinên Amedî, di pêşengiya DAKP’ê de dimeşin qada Îstasyonê ya mîtîngê. Di mîtîngê de endam, aktivîst û rêveberên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan û Ciwanan a HDP, Komeleya Jinan a Rosa, Akademiya Jinan û gelek rêxistinên jinan amade bûn. Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Semra Guzel, Dersim Dag, Nûnerên Jin ên DÎSK, TMMOB, OHD, TÎP’ê jî di tev li mîtingê bûn. Jinan qada Îstasyonê bi rengê kesk, sor, zer, xemrî û spî xemilandin. Jinan li gelek qadên mîtîngê pankartên “cînayetên jinan, tacîz û tecawiz polîtîk in”, “Ji bo jiyanek wekhev û azad em li jiyana xwe xwedî derdikevin”, “Peymana Stenbolê dide jiyandin”, “Ji bo azadiya xweza û jinan em jiyana ekolojîk diparêzin”, “Ji bo jinên girtî û hemû jinan edalet” vekirin.

Hemû rêyên diçin qada Îstasyonê ji aliye polîsan ve bi hesinan hatin girtin. Jin di 4 nokteyên cuda re derbasî qada mîtîngê bûn. Polîsan di lêgerîna nokteyan de kodê HES’ê ji welatiyan xwest. Polîsan destûr nedan ku jinên derbasî qada mîtîgê dibin, şuşê avê û amûdên din bi xwe re derbasî qadê bikin.

Jinên ku bi deng û rengê xwe ketin qada mîtîngê dowîzên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Ne edaleta mêran, edaleta rastîn” û “Jin Jiyan Azadî” rakirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin. Ketina qada mîtinge didome. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar