Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Cuma - 28 Şubat 2025

Jina êzidî ji destê çeteyan hat rizgarkirin

Jina êzidî ya bi navê Îlham Dexl ji aliyê şervanên HSD’ê ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin û ji aliyê TAJÊ’yê ve radestî malbata wê hat kirin

Jina kurd a bi navê Îlham Dexil a êzidî ji gundê Solaxê ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hat rizgarkirin. Jina ku hat rizgarkirin ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve radestî malbata wê hat kirin.

Derbarê rizgarkirina Îlhamê de li ser navê TAJÊ Fahû Silêman axivî û wiha got: “Em gelek spas dikin ku HSD’ê jinek din jî ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Em hêvî dikin ku êdî fermanên nû pêk neyên û hemû êzidiyên di destên DAIŞ’ê de ne bên rizgarkirin.”

Her wiha dayika Îlhamê, Ferzo Hemîd jî wiha hestên xwe anîn ziman: “Ez bi xwe sala 2015’an ji aliyê YPG’ê ve ji çeteyan hatim rizgarkirin. Niha jî keça min hat rizgarkirin loma ez gelek bextewar im. Ez hêvî dikim ku hemû êzidî ji destên çeteyan bên rizgarkirin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar