Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Jina ku nexwest li ber avahiya HDP’ê rûne hat binçavkirin

Jina bi nexweşiya penceşêrê Ayla Seyîtoglû ya leşker û cerdevanan di saetên serê sibê de bi ser mala wê de girtin û jê xwestin ku beşdarî rûniştina li ber avahiya HDP’ê bibe. Seyîtoglu  ku ev ferzkirin qebûl nekir hat binçavkirin. Hat zanîn ku Seyîtoglû tedawiya kemoterapiyê dibîn e

Leşker û cerdevanan, di saetên serê sibê de li gundê Serde ya navçeya Hênê ya Amedê, bi ser mala jina bi navê Ayla Seyîtoglû ya 50 salî ku bi nexweşiya penceşêrê ye de girtin. Leşkerên bi ser malê de girtin ji Seyîtoglû re gotin “Zarokê te li çiyê ye. Here ber avahiya HDP’ê ya Amedê û li wê derê rûne.” Lê Seyîtoglû ji ber ku ev ferzkirina leşkeran red kir, hat binçavkirin. Hinceta binçavkirina Seyîtoglû nehat zanîn. Di heman demê de nehat zanîn ku leşkeran Seyîtoglû bi ku ve birine. Hat diyar kirin ku Seyîtoglû ji ber nexweşiya xwe ya penceşêrê, tedawiya kemoterapî dibîn e.

Li Amedê du kes hatin binçavkirin

Li aliyê din, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên rêveberê HDP’ê yê Amedê Şexmûs Şenyîgît ê li navenda Amedê dijî û welatiyê bi navê Yilmaz ê paşnavê wî nehat zanîn de jî girtin. Polîsan di lêgerînê de hemû alavên malan belav kirin, Şenyîgît û Yilmaz binçavkirin. Her du kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar