Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Jinan li Rihayê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê aşkera kirin

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Rihayê û hevparên TJA’yê, bernameya xwe ya çalakiyên 25’ê Mijdarê diyar kirin. Jin dê nêzî mehekê çalakiyên cur bi cur lidar bixin

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Rihayê û Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveyê kampanyeya 6  mehan a bi şîara ‘Ji Bo Guhertinê Tu Jî Rabe Ser Pêyan’ de, bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan aşkera kir. Aktîvîsta TJA’yê Emîne Çetîner diyar kir ku di 4 mehên derbas bûyî de rastî gelek zext û qedexeyan hatin û da zanîn ku ligel hemû zext û zoriyan jî ew bi jinan re civiyan, vê jî moral û motîvesyonan jinan zêde kir.

Çetîner bal kişand ser xebatên xwe yên 4 mehan û wiha got: “Di nav 4 mehan de me civîn, çalakî, semîner û xebatên civakî lidar xistin. Gel çalakiyên me jî hatin qedexekirin. Me li navend û navçeyên Rihayê xebatên xwe dewam kirin. Li Rihayê, armanca me ew e ku em hîn zêdetir xwe bigihînin jinan û pirsgirêkên wan nîqaş bikin.”

Piştre Çetîner bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê aşkera kir.

Bernameya mehekê ya TJA’yê wiha ye:

  • 4-5’ê mijdarê; li navenda bajêr civîna jinan bê lidarxistin.
  • 6’ê mijdarê; wê broşurên li ser roja Têkoşîna li dijî Tundiya Jinê bên belavkirin.
  • 7’ê mijdarê; civîna jinan a Bêreçûkê bê lidarxistin.
  • 8’ê mijdarê; Civîna jinan
  • 11-12’yê mijdarê; Li Serê Kaniyê serdana malbatan bê kirin.
  • 13-14’ê mijdarê; Li Pirsûsê serdana malbatan bê kirin.
  • 15’ê mijdarê; Li Pirsûsê şitil bên çandin.
  • 16’ê mijdarê; Li Pirsûsê civîna jinan bê lidarxistin.
  • 17’ê mijdarê; Li Sîweregê panel û sînevîzyon.
  • 20’ê mijdarê; ji bo girtiyan qert bên şandin.
  • 22’yê mijdarê; Şano bê pêşandan.
  • 23’yê mijdarê; Li Pirsûsê panel bê lidarxistin .
  • 24’ê mijdarê; meşa xwezayê bê lidarxistin.
  • 25’ê mijdarê; Daxuyaniyek bi girseyî bê dayîn. RIHA
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar