Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Jinan piştgirî da çalakiya Guven

Jinên kurdistanî li bajarên Santîago û Vîgo yên herêma Galicia ya Spanyayê bi semînrek sê jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn. Jinan di semînerê de piştgirî da çalakiya Leyla Guven ku ev 65 roj in di greva birçîbûnê de ye

Li bajarên Santîago û Vîgo yên herêma Galicia ya Spanyayê, sê jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsa Fransayê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Ji bo bîranînê Platforma Baran a herêma Galicia û Rêxistina Meşa Jinan a Cîhanê semîner organîze kir. Semîner ji aliyê endama Komîteya Jineolojiyê ya Ewropayê Necîbe Qeredaxî ve hat dayîn.

Di beşa yekemîn a semînerê de qala komkujiya Parîsê, têkoşîna Sakîne Cansiz û bandora wê ya li nav têkoşînê hate kirin. Piştre jî sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz hate nîşandan.

Di beşa duyemîn de jî dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê û asta ku şoreşa jinê gihîştiyê, hatin nirxandin û qala jineolojiyê hate kirin.

Di heman semîneran de armanca grevên birçîbûnêv ên li zindanên Kurdistan û Tirkiyê,  li Hewlêrê, Strasboûrg û Îngilistanê agahî hatin dayîn û girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna gelan a li dijî sîstemê û ji bo jiyana azad, hate vegotin.

Di dawiya semînerê de jinan peyamek belav kirin û piştgirî da çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 65 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Jinan di peyamê de diyar kir  ku daxwaza Leyla Guven daxwaza wan e û wiha gotin: “Ocalan ne tenê rêberê kurdan e, ew rêber û çavkaniya azadiyê ye.” VÎGO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar