Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Jinên Başûr serdana Mertalên Zindî kirin

Komek ji jinên başûrê Kurdistanê serdana Mertalên Zindî kir ku li Binarê Qendîlê çalakiyê dikin. Jinan çalakiya wan pîroz kirin û nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê dan

Ji bo şermezarkirna dagirkeriyê  dewleta tirk a li başûrê  Kurdistan komek  ji jinên Başûr serdana Mertalên Zindî kir û çalakiya wan pîroz kir. Ji jinên serdana çalakgeran kirin dayîka bi navê Esmer Resul ji bo destekdayîna ciwanan wiha got: “Bi navê jinên Başûr em mertalên zindî pîroz dikin û em piştgiriya wan dikin li dijî dagirkeriya dewleta tirk.”

Esmer Resul derbarê dagirkeriya Başûr wiha helwesta xwe bilêv kir: “Ew dagirker in ku dixwazin ziman, ax û gelê kurd dagir bikin û tune bikin. Banga min li jinên başûrê Kurdistanê ye ku piştgiriya ciwanên me bikin li hember dagirkeriyê. Bila dijmin jî baş zanibe ku em welatê xwe tu carî bernadin, heta kurdek bimîne em ê li ber xwe bidin.”

Ji bo bêdengiya hikumetên Başûr û Iraqê dayîka Esmer nerazîbuna xwe wiha anî ziman: “Em bêdengiya Hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê şermezar dikin û qebûl nakin.”

Amed Denîz yek ji ciwanên ku beşdarî çalakiya mertalên zindî bûye xêrhatina dayîkan kir û wiha got: “Li dijî siyaseta qirêj em; ciwanên welatparêz heta ku yek çete yek dagirker li welatê me hebe em ê têbikoşin. Em soz didin şehîdên xwe em ê şer bikin û nehêlin dagirkerî derbasî axa me bibe.”

Piştî serdana mertalên zindî jinên Başûr berê xwe dan cihê bûyera komkujiya Kortekê û bi navê REJAK daxuyanî dan. Di daxuyanî de wiha hate gotin: “Bi ruhê  şehîd Zîlan em ê dagirkeriyê hilweşînin. Di 27’ê hezîranê de dagirkeriya dewleta tirk bi êrîşa hewayî komkujiyek li Kortekê pêk anî û di encamê de 3 welatiyên bi navê Ebdulah Alimîne, Kurdistan Ebdulah, Heryet Ebdulah şehîd bûn û 5 welatî jî birîndar bûn. Li hember vê komkujiyê bêdengiya hikumetên Başûr û Iraqê tê wateya destekdayîna dagirkirina Başûr.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi navê tevgera REJAK’ê li hember dagirkeriyê çalakiya xwe berdewam dikin û bang li her kesî dikin da ku bêdengiya xwe li dijî dagirkeriya bişkînin. Em bang li hemû jinan dikin ku erkê xwe li hember dagirkeriyê pêk bînin û hemû bi yek dengî bang bikin ‘Na ji bo dagirkerî, na ji bo destdirêjî zarokan û jinan, na ji bo teslîmkerî û nokeriyê’.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên; “jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin” hat dawîkirin. QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar