Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Jinên ciwan ên Bradostê: Ev der xaka me ye û dê rê nedin dagirkeran

Jinên ciwan ên Bradostê bi daxuyaniyekê hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk nîşan dan. Jinên ciwanan wiha got: “Ev der xaka me ye û em ê dagirkeriyê qebûl nekin. Em ji we natirsin lê hûn ji me bitirsin. Em bang li hemû ciwanên kurd dikin ku li dijî dagirker û îxanetkeran li ber xwe bidin.”

Hêrsa gelê başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk û bêdengiya hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de komeke jinên ciwan ên ji herêma Bradostê ya başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê dagirker û hevkarên wan şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew weke jinên herêma Bradostê êrîşên li ser xaka xwe qebul nakin û şermezar dikin. Jinên ciwan diyar kir ku dê li dijî van êrîşên dagirkeriyê bisekinin û têbikoşin. Daxuyaniya jinên ciwan wiha dom kir: “Ev der xaka me ye û em dagirkeriyê qebûl nakin. Em ji dagirkeran re dibêjin, em ji we natirsin lê hûn ji me bitirsin! Em li hemberî we serî danaynin. Em ê serî hildin û têbikoşin.”

Bang li ciwanên kurd kirin

Daxuyaniya jinên ciwan ên ji herêma Bradostê wiha bi dawî bû: “Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin. Werin em bi hevre dagirkeran li ser xaka xwe derbixin û hesab ji îxanetkaran bipirsin. Em bi hêvîne, bi cesaretin, bi hêzin, bi xwe bawerin û dê bi ser bikevin. Em ê li ser van esasan li ber xwe bidin. Em dibêjin berxwedan jiyane, teslimiyet îxanete û bimre îxanet. Li dijî îxanet û dagirkeriyê serî hilde, serî hilde, serî hilde.” DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar