Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

Jinên dêrsimî li dijî tundiya mêr û şer meşiyan

Li Dêrsimê jin li dijî nelirêtî, newekhevî, tundî û şer meşiyan.

Platforma Jinan a Dêrsimê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan bi dirûşmeya “Li dijî xizantî, newekhevî, tundî û şer; têkoşîna bi rêxistinkirî” ji Kolana Hunerê heya Qada Seyît Riza, meş lidar xistin.

Jinan di meşê de dowîzên “Jin bi hev re xurt in”, “Jin, jiyan, azadî”, “Şûna kînê, bijî jiyan”, “Tundiya li jinê sûc e”, “Gulistan Dokû li ku ye”, “Jin yiyan e, jiyanê nekuje” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Deng bide dengê girtiyan”, “Jin, jiyan, azadî”, “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin”, “Ji şer re na, bila aştî demildest pêk bê” hatin berzkirin.

Jinên gihiştine Qada Seyît Riza, daxuyanî dan. Daxuyaniyê endama Platforma Jinan a Dêrsimê Fatoş Taşkale xwend. Taşkale bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP’ê ya dijmatiya jinan dikin û aqûbeta Gulistan Dokû ya di 5’ê Çileya 2020’an de hatiye windakirin pirsî.

Piştî daxuyaniyê Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayten Kordû axaftinek kurt kir û bal kişand ser têkoşîna birêxistinkirî û got: “Em ê bi têkoşîneke rêxistinkirî li dijî polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê bisekinin. Em ji Zarîfe, Sakîne, Aysel Dogan û Arîn Mîrkanan tên û em ê li her derê bin, em bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ dimeşin.”

Di dawiyê çalakiyê de Songul Bûlûr helbesta ku ji bo jinan nivîsandibûbû xwend. Piştre Koma Erbaneyê ya Meclisa Jinan a SES’ê, bi lêdana erbane û çebikan stran gotin. Daxuyanî bi gerandina govandan bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar